Welatiyên Rojavayê Kurdistanê û komînên taxan bi însiyatîvekê, dermanan li ser koçberan belav dikin.
Piştî êrîşên çeteyên Hikumeta Demkî a Sûriyê û şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, pêleke koçberiyê a pir mezin rû da.
Piraniya koçberan berê xwe dan kantona Cizîrê û di dibistanan de bi cih bûne.
Welatiyên herêmê jî li gorî derfetên xwe hewil didin bi koçberan re bibin alîkar.
