LI 7 NAVENDÊN KANTONA CIZÎRÊ DÊ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ LI DAR BIKEVIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Cizîrê îro bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2025’an aşkere kir.
Rêveberiya xweser di daxuyaniya xwe de got, Newroza îsal dê li 7 navendên kantonê di bin dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya civaka demokratîk e” were pîrozkirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser pîrozbahiyên Newrozê dê saet di 11.00’an de dest pê bikin û saet 03:00’an de bi dawî bibin.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Di dawiyê de got, Ji bo ew bibin bersivek ji pêvajoya dîrokî û banga Rêber Apo re, divê her kes bi coş beşdarî pîrozbahiyên Newroza 2025’an bibe.

Share This Article