valahiya ewlehiyê ya li Sûriyê ku piştî hilweşîna rejîma Esed pêk hat, rê da DAIŞ ku xwe jinûve kom bike û êrîşên dijwar li seranserî nexşeya Sûriyê pêk bîne.
Rojnamevan û pisporê komên terorîst ên li Sûriyê Zana Omar, bal kişand ser metirsiyên ku herêm pê re rû bi rû ye, Her wiha tekezî li ser giringiya tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk di artêşa nû ya Sûriyê de kir.
Bi Hilweşîna rêjîma Baas di dawiya sala 2024’an de û hatina hikûmeta vegûhêz a Sûriyê, valahiyeke ewlehiyê li Sûriyê rû da û rêyek vekir ku êrîşên şaneyên DAIŞ’ê zêdetir bibin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet li kantonên Dêrazor û Reqayê, bi dehan caran êrîş bi ser bendên kontrolê yên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundrîn ve hatin û hejmarek ji şervanan di encama van êrîşan de şehîd bûn.
Têkildarî vê mijarê, rojnamevan û pisporê komên terorîst li Sûriyê, rojnamevan “Zana Omer” ji Rojava tv re nirxandin kir û li ser sedema zêdbûna van êrîşan axivî.
Zana Omer diyar kir ku divê QSD’ê bibe beşek sereke ji hêza Sûriyê ya nû, û serkêşê şerê li dijî DAIŞ’ê be.
Di 20’ê Nîsana 2025’an de, DAIŞ’ê dîmenek weşand û gef li Serokê hikumeta veguhêz a sûriyê Ehmed El-Şeri xwar ku tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî terorê nebe.
Piştî wê gefê, li gundewarên Dêrazorê êrîşeke mezin li dijî xalên Hêzên Ewlehiya Giştî ya Şamê pêk hat û tê de 5 endamên Hêzên Ewlehiya Giştî hatin kuştin.
