TRAFÎKÊ QAMIŞLO JI BO KÊMKIRINA BINPÊKIRINÊN TRAFÎKÊ KAMPANYAYEK DAYE DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi armanca rêgirtina li ber qezayên trafîkê û misogerkirina selametiya welatiyan; Rêveberiya Trafîkê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dest bi kampanyekê berfireh kiriye.

Dewriyên trafîkê kar û xebatên xwe li nava bajaran zêde kirine û ev sê roj in bendên kontrolê di nava liv û tevgerê de ne

Ev heyama sê rojane Rêveberiya Trafîkê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi kampanyekê berfireh kiriye.

Kampanya Rêveberiya Trafîkê bi armanca rêgirtina li ber qezayên trafîkê û misogerkirina selametiya can û malên welatiyan li dar ketiye.

Dewriyên trafîkê kar û xebatên xwe li nava bajaran zêde kirine, bi taybet bajarê Qamişlo ku ev sê roj in bendên kontrolê di nava liv û tevgerê de ne .

Girêdayî kar û xebata tirafîkê yê ji bo xizmeta gel, ajokarê bi navê Awal Şahîn ji Rojava Tv re diyar kir ku pêwîste gel bi hêza xwe re bibin alîkar .

Li aliyekî din jî Rêveberiya Giştî ya Trafîka bajarê Qamişlo “Mîdiya Xelîl” diyar kir ku sedemên zêdebûna qezayên tirafîkê leza zêde, bikaranîna lempeyên Zînon û ajotina erbeyan ji aliyê kesên temen biçûk ve ye.

Rêveberiya Trafîkê, ji hemû ajokaran hêvî dike ku pabendî rêgez û zagonên tirafîkê bibin da ku hem aramiya xwe hem jî aramiya derdorê biparêzin.

Share This Article