PYD ŞEWITANDINA DARÊN EFRÎNÊ Û ÊRÎŞÊN LI DÊRAZORÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Li ser bûyera şewitandina darên Efrînê, her weha geşedanên li Dêrazorê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û daxwaza destwerdana lezgîn kir.
Bi dehan ji endamên PYD, partiyên siyasî û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qada şehîdan a li taxa Şêxmeqsûda Xerbî kombûn û daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê endamê Rêveberiya PYD Selah Sîno ve hat xwendin û tê de bal hat kişandin ser rûdanên dawî yên li Efrînê û şewitandina daran ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve
di beşek din ji daxuyaniyê, PYD bal kişand ser geşedanên dawî yên li Dêrazorê û got: Divê gelê me rê nede ku rejîma Sûriyê fitne û aloziyê di Dêrazorê de gur bike.

Share This Article