Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, xelkên bajarê Kobanê ji Rojava tv re gotin Serok Apo ji bo mafê mirovahiyê têkoşiya. Her wiha daxwaz ji Rêxistinên mirovî û Hiqûqî kirin ku rê bidin parêzeran da ku hevdîtinê bi Rêber Ocalan re pêk bînin.
Dewleta tirk a dagirker ji bo gelê kurd û yê azadîxwez bê hêvî bihêle û vîna wan têk bibe, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir kiriye.
Duh Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan daxuyaniyek da û got, Birêz Ocalan di nava sîstemeke îşkenceyê de tê hiştin ku mînaka wê di dîrokê de nîne. û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li ser vê mijarê bixebite.
xelkên bajarê Kobanê ji Rojava tv re gotin, ji ber ku Serok Apo ji bo mafê mirovahiyê têkoşiya îro li îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye
Her wiha xelkên Kobanê daxwaz ji Rêxistinên mirovî û Hiqûqî kirin ku rê bidin parêzeran da ku hevdîtinê bi Rêber Ocalan re pêk bînin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku 4 sal di ser hevdîtina dawî ku bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk hatibû derbas bûn..divê raya giştî ya demokratîk baldar û berpirsyar be…
