Tîmên agirkujiyê yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo piştgiriya xebatên vemirandina agirên li perava Sûriyeyê hatibûn şandin, vegeriyan herêmê.
Di 10’ê Tîrmehê de, Rêveberiya Xweser karwanekî piştgiriyê ji bo kontrolkirina xebatên vemirandina agirên li peravên Sûriyeyê şandibû.
Tîmên agirkujiyê di nava 6 rojan de bi rayedarên herêmî yên li peravê re xebitîn da ku rê li ber belavbûna şewatan bigirin û kontrol bikin.
Tîmên girkujiyê piştî ku erkên xwe pêk anîn, îro vegeriyan herêmê.
Di 3’yê Tîrmehê de li deverên peravê şewat derketibû û di encamê de Şewatan bandor li 28 deverên cuda kir û zêdetirî hezar û 120 kes koçber bûn.
