desteya çand û huner û Yekîtiya rewşenbîrên kantona cizîrê ji bo salvegera 5’emîn a destpêkirina êrîşên li ser serêkaniyê û girê spî li qamişlo çalakiyeke bîranînê li darxist.
Çalakiya bîranînê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên Rêveberiya xweser, Yekîtiya rewşenbîran û komîteya koçberên serê kaniyê her wiha hin malbatên koçber yên serê kaniyê jî li navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner li dar ket.
çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir,piştre axaftin li ser navê,Yekîtiya rewşenbîran û desteya çandê yên kantona cizîrê hatin kirin, di axaftinan de soza berxwdan û tekoşînê û hêviya vegera li serê kaniyê û girê spî hat kirin.
piştî axaftinan helbestvanan helbest gotin her wiha şano jî hatin pêşandan.
çalakî bi navbereke mûzîkê ji aliyê koma yek par ve bi dawî bû.
DERBARÊ SALVEGERA DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI SER SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ ÇALAKIYEK HATE LIDARXISTIN
