Jinên bajarê Hesekê derbarê nêzîkbûna 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan axivîn û kêfxweşiya xwe bi hatina vê rojê anîn ziman.
Jinan diyar kirin ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo, ew azadiya xwe misoger kiriye.
Roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna mirovahiya azad e. Di vê rojê de awirên tarî ji ser gelê Kurd çûn û dûr ketin.
Rêber Abdullah Ocalan, 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê hat dinyayê.
Rêber APO bi felsefeya xwe, azadiya jinan misoger kir.
Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo bi nêzîkbûna rojbûna Rêber Apo re diyar kir ku, bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ew bi pêş ketin û rêxistinbûyîna xwe ava kirin.
Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl jî anî ziman azadiya Rêber Apo, çareserkirina pirsgirêkên jin û Rojhilata Navîn e.
Rêber Abdullah Ocalan ji dema komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku anîn Tirkiyê û heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye.
Bi salane ku hevdîtina Rêber APO ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin.
