Dewleta tirk a dagirker êrîşên li ser herêmên bakur û rojhelatê sûrtiyê didomîne, di heman demê de êrîşên bi balafirên bê mirov ku jinên pêşeng ên civakê dike hedef pêk tîne.
Li ser mijarê Cîgira seroka desteya jin di Encumena Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê sûriyê Roken Mele Ibrahîm diyar kir ku şideta li ser jinê berdewame.
Dewleta Tirk di êrîşên li herêmê de jinên pêşeng dike hedef û dixwaze bi vê yekê Vîna tevahî jinên herêmê lawaz bike û tola têkçûna xwe hilîne.
Dewleta Tirk a dagirker bi riya êrîşa bi balafireke bêmirov di 27’ê îlona derbasbûyî de hevseroka nivîsgeha edaletê Zeyneb Saroxan dema li ser karê xwe bû kir hedef. Di encamê de zeyneb û hevserokê wê şehîd bûn.
Li ser mijarê Cîgira seroka desteya jin di Encumena Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê sûriyê Rûken Mele Ibrahîm dibêje ku di demên dawî de êrîşên dewleta Tirk li ser jinan zêde bûne.
Rûken Mele Ibrahîm di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şideta li ser jinan berdewame û
hedefgirtina Jîna Emînî vê yekê isbat dike.
Cîgira seroka desteya jin di Encumena Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê sûriyê Rûken Mele Ibrahîm di dawiyê de got ku Bi nêzîkbûna roja cîhanî ya şideta li ser jinê rêzeçalakiyên cûrbecûr ji aliyê hemû sazî û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweser tên lidarxistin.
