TEVGERA HEBÛN Û ŞAREDARIYA GEL A QAMIŞLO DEST BI KAMPANYAYA PAQIJIYÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi armanca paqijya Jîngehê, îro Tevgera Hebûn ya Ciwanan û şaredariya gel a bajarê Qamişlo dest bi kampanyaya paqijiyê kirin.

Kampaniya paqijyê, ji naverasta bazara Qamişlo ya mezin dest pê kir û li nava kolanan dewam kir.

Her wiha kampanyayê paqijkirina derdora çemê Ceqceqê û taxên dora wê jî di nava xwe de digre.

Kesên ku bi vê koampanyayê rabûne ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku ev kampanya bi armanca parastina jîngehê û paqijya wê hatiye destpêkirin û dê 10 rojan li tevahî bajarên Kantona Cizîrê berdewam bike.

Share This Article