ŞAREDARIYA BAJARÊ EL KERAMA LI SER CÎBICÎKIRINA PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ DIXEBITE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya bajarê El Kerama ya kantona Reqayê hejmarek torên avrêjiyê çaksaz kirine û rêyên xirabbûyî jî zift dike.
Hevserokê Şaredariya El-Kerame Feysel El-Beyram ji ROJAVA TV re got, ew ê li gorî derfetên berdest gelek projeyên cuda jî cî bi cî bikin

Şaredariya bajarê El Kerame yê gundewarên kantona Reqayê, ji bo pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê berdewam di nava xebatê de ye.

Ji giringtirîn projeyên şaredariyê jî, dirêjkirina torên avrêjiyê û ziftkirina kolanên sereke ye.

Şaredariyê ta niha du projeyên paqijiyê bi dawî kirine.

Li aliyekî din jî di qonaxa heyî de şaredarî li ser kêmasî û pirsgirêkên herî girîng ên ku welatî di xizmetê de pê re rû bi rû dimîne, lêkolînan dikin.

Hevserokê Şaredariya El-Kerame Feysel El-Beyram ji ROJAVA TV re got, şaredariya gel a bajarê kerama yekemîn şaredarî piştî rizgarkirina bajarê reqayê hatiye vekirin.

Feysel El-Beyram behsa projeyên ku şaredariyê pêk anîne, dike û dibêje, li ser daxwazên welatiyan wan gelek proje pêk anîne.

Li gorî agahiyên ku ji rêveberên şaredariyê hatine bidestxistin, şaredariyê gelek proje dane pêşiya xwe û dê di qonaxa bê de li ser bixebite.

Her wiha li gorî şiyanên berdest û peydakirina alavên pêwîst dê projeyan cî bi cî bike.

Share This Article