Tevgera ciwanên şoreşger ya kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrîşên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên têkbirina aramiya herêmê şermezar kirin.
Tevgera ciwanên şoreşger di daxuyaniya xwe de got, em pilan û êrîşên dijminane ku hikûmeta şamê bi desteka mîlîsên îranê li dijî ewlehiya Dêrazorê pêk tînin, şermezar dikin.
Her di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, hikûmeta şamê bi zanebûn û bi awayekî plankirî komkujîyan pêk tîne û di encamê de gelek kes di nav de jin û zarok jî şehîd ketin.
Tevgera ciwanên şoreşger di dawiyê de, soz da ku ew ê bi hemû hêza xwe xelkên dêrazorê biparêzin û êrişên dijminane têk bibin.
Her wiha tekez kir ku, heta dawiyê ew ê mil bi mil bi hêzên sûriya demokratîk QSD’ê re bin û herêma xwe biparêzin.
