TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Civaka Demokratîk a kantona Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber APO şermezar kir û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: dewleta tirk a dagirker tecrîdê li dijî rêber APO girantir dike û bi hinceta cezayên displînê ti agahî ji rêber APO nayên wergirtin.
TEV- DEM’ê tecrîd şermezar kir û got, aramnca Tirkiyê jiholêrakirina ramanên Rêber APO ye.
Her wiha TEV- DEM’ê da zanîn ku Faşîzma Tirk êdî li ser siberoja welatên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê xetereyê çêdike, lê felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan sînorê Kurdistanê derbas kiriye.
Di dawiyê de banga mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê hate kirin.

Share This Article