Penaberên Sûrî yên ku ji ber aloziyê, berê xwe dabûn Lubnanê, ji ber şerê Israîl û Hizbulah careke din vedigerin ser axa xwe.
Li gorî amarên Rêveberiyê, ji destpêka şer ve û ta niha zêdetirî 17 hezar koçberên Sûrî û penaberên Lubnanî gihiştin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Beşek ji wan koçberên Sûrî li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê hatin bicihkirin.
Koçbereke Sûrî ya bi navê Xewla Îsa ji Rojava TV re behsa hatine xwe li herêmê dike.
Ji ber şerê di navbera artêşa Israîlê û Hizbullaha Lubnanê de bi sedhezaran kes ji Lubnanê derbider bûn.
Penaberên Sûrî yên ku ji ber aloziyê, berê xwe dabûn Lubnanê, careke din vedigerin ser axa xwe.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo vegerandina penaberan maseya krîzê ava kir.
Li gorî amarên Rêveberiyê, ji destpêka şer ve û ta niha zêdetirî 17 hezar koçberên Sûrî û penaberên Lubnanî gihiştin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Beşek ji wan koçberên Sûrî li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê hatin bicihkirin.
Koçbereke Sûrî ya bi navê Xewla Îsa ji Rojava TV re behsa hatine xwe li herêmê dike.
Hevserokê kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq El-Mihemed jî destnîşan kir ku 275 kes gihiştine kampê û pêwîstiya wan bi cihekî heye ku, tê de bijîn.
Li gorî amarên saziyên koçberiyê, zêdetirî 2 milyon welatiyên Sûrî li navxweya Lubnanê dijîn. Bi gurbûna şer re, egera zêdebûna pêla koçberiyê jî bilindtir dibe.
Rêveberiya Xweser bi kordîneya ligel Heyva Sor a Kurd, ji bo dabînkirina pêdiviyên koçberan dest bi komkirina alîkariyan kiriye.
