TEV-DEM PERWERDEYA 3 YEKÎTIYÊN XWE BI DAWÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di nava rêzeperwerdeyên xwe de, perwerdeya 3 yekîtiyên xwe yên Pîşesazî, bazirganî û Esnafan bi navê şehîd Nûridîn Sofî ku 15 rojan dom kir, bi dawî kir.

20 endam ji yekîtiyên Pîşesazî, bazirganî û Esnafan tev li perwerdeyê bûn û semîner li ser rêziknameya her 3 yekîtiyan hat dayîn û xwendina manifîstoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hat xwendin.

her wiha di nava perwerdeyê de sîstema tensîqa di navbera yekîtiyan û gel de jî hat şîrove kirin.

Share This Article