Welatî û cotkarên Minbicê dibêjin, qutkirina ava Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bandoreke neyînî li jiyana wan dike.
Her wiha daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku destwerdanê bikin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.
Dîmenên herî nû yên ava çemê Firatê ne, qutkirina avê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve, weha kiriye ku rêjeya avê di radeyeke metirsîdar de dakeve.
Qutkirina avê bi awayekî rasterast bandorê li jiyana welatiyan, sektora çandiniyê û elektrîkê dike.
Şêniyên bajarê Minbicê ku çavkaniya wan ya sereke avê Çemê Firatê ye, dibêjin qutkirina avê bandoreke neyînî li tevahî qadên jiyanê kiriye.
Her wiha welatiyên Minbicê daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku destwerdanê bikin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.
Li gorî rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Şamê û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, pêwîst e Tirkiyê di her saniyekê de 500 metrokop berde, lê ev zêdetirî 30 mehan e ku Tirkiyê rêjeya avê kêmtir kiriye.
