Rêxistina mafê mirovan a efrîn-sûriyê bîlançoya sûc û binpêkirinên dagirkeriya tirk li efrîna dagirkirî ji destpêka salê ve aşkere kir.
Rêxistinê ragihand ku ji destpêka sala 2024’an heta destpêka meha îlonê, 347 kes di nav de 37 jin û 10 zarok revandine.
di vî derbarî de rêveberê rêxistina mafê mirovan a efrîn-sûriyê Ibrahîm Şêxo got ku li beramberî salên bûrî asta kiryar û binpêkirinan li Efrînê zêdetir bûye..
Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku raporên ku ji aliyên wan ve tên derxistin ji aliyê sazî û rêxistinên mafê mirovan yên navdewletî re tên şandin, lê bersiva wan ji vî alî ve pir lawaz e..
Rêxistina mafê mirovan a efrîn-sûriyê bîlançoya sûc û binpêkirinên dagirkeriya tirk li efrîna dagirkirî ji destpêka salê ve aşkere kir.
Rêxistinê ragihand ku ji destpêka sala 2024’an heta destpêka meha îlonê, 347 kes di nav de 37 jin û 10 zarok revandine.
Her wiha çeteyên dagirkeriyê 28 kes qetil kirin, di nav de 10 jin her wiha 3 kesan dawî li jiyana xwe anîne û 10 kes jî birîndar bûne.
Rêxistinê diyar kir ku dagirkeriyê îşkence li 8 kesan ku di nav de 2 jin, zarokek û 2 kesên temen mezin kirine..
di vî derbarî de rêveberê rêxistina mafê mirovan a efrîn-sûriyê Ibrahîm Şêxo ji ROJAVA TV re got ku li beramberî salên bûrî asta kiryar û binpêkirinan li Efrînê zêdetir bûye..
Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku raporên ku ji aliyên wan ve tên derxistin ji aliyê sazî û rêxistinên mafê mirovan yên navdewletî re tên şandin, lê bersiva wan ji vî alî ve pir lawaz e..
Li gorî rêxistina mafê mirovan a efrîn-sûriyê di vê salê de, dagirkeriyê bi piştgiriya dewletên kendava Ereban û rêxistinên Ixwan El Muslimîn 13 avahiyên mîtîngeriyê avakirine û zêdeyê 16 milkên welatiyan firotine.
