ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BINGEHÊ PERGALA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê 14’êemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de, Hevserokê meclisa cîbicîkar ya bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa got, şoreşa 19’ê Tîrmehê rengê rast yê şoreşê diyar kir.

Her wiha hevserokê desteya jîngehê ya Kobanê Arif Balî jî da diyar kir, şoreşa Rojava berdewamiya berxwedana zindana Amedê ye.

Roja 19’ê Tîrmeha 2012’an gelê Kurd xeta sêyemîn hilbijart û ji bajarê Kobanê dest bi şoreşê kir.

Şoreşê di demeke kurt de deng veda û bi dayîna berdêlên giran 14 salên xwe tijî kir.

Hevserokê meclisa cîbicîkar ya bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa got, şoreşa 19’ê Tîrmehê rengê rast yê şoreşê diyar kir

Her wiha hevserokê desteya jîngehê ya Kobanê Arif Balî jî diyar kir, şoreşa Rojava berdewamiya berxwedana zindana Amedê ye.

Di oxira serxistina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi hezaran keç û xortên kurd sînor têk birin, berê xwe dan Rojava şer kirin û bûn lehengên doza azadiyê.

Share This Article