siyastmedar û fermandarên Leşkerî yên herêmê destnîşan kirin ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêkhateyên herêmê bi yek deng û helwest li hemberî sîstema Diktator serî hildan.
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê di 2012’an de, pêkhateyên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi pêşengtiya Kurdan li dijî hemû rengên desthilatdariyê derketin.
Di demeke kurt de tevakî pêkhateyên herêmê karîbûn cihê xwe di nava vê şoreşê de bigirin, xwîna xwe bikin yek û veguherînin şoreşa hemû gelên Sûrî.
Bi vê yekê hemû pêkhateyên Herêmê bi Ol, baweriyên û nasnameya xwe pênaseya xwe ya di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin û bûn xwedî nasname.
Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Alan Hisên destnîşan kir ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêkhateyên herêmê bi yek deng û helwest li hemberî sîstema Diktator serî hildan.
Ji siyastmedarên kantona Reqayê Munîra Cemîl jî da xuyakirin ku bi Şoreşê re jinan cihê xwe di hemû qadan de girt û pêşangtî ji şoreşê re kir.
dewleta Tirk a dagirker hewla vemirandina agirê vê şoreşê dewam dike, li hember wê gelên herêmê bi berxwedaniyê xwe, destanên lehengiyê dinîvisînin û destkeftiyên vê şoreşê diparêzin.
