Însiyatîva Gel ya Azadiya Rêber APO û desteya perwerdeyê ya kantona Cizîrê bi civînekê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nîqaş kirin.
Civîn bi beşdariya xwendekar û mamosteyên bajarê Qamişlo, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin.
Di civînê de axaftin hatin kirin û behsa armancên komploya li dijî Rêber APO û pergala qirkirinê ya li Îmraliyê hate kirin.
Her wiha hate gotin, armanca komploya navneteweyî tasfiyekirina tevgera azadiyê û qirkirina gelê Kurd bû.
Civîn bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe û bimre hêzên komploger bi dawî bû.
LI QAMIŞLO DERBARÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ DE CIVÎNEK HATE LIDARXISTIN
