Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bendên kontrolê yên nû danîne û welatiyan direvînin.
Nûçegihanê me ji bajarê Helebê ragihand, piştî çekdarên Hikûmetê duh bendên axê ji ser 3 rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rakirine, vê carê bendên kontrolê danîne.
Di van dîmenan de jî xuya dibe ku komên çekdar bendên kontrolê danîne, li telefonên welatiyan dinerin û eger sembolên kurdî tê de bibînin, wan direvînin.
Hêzên hikumeta veguhêz di 6’ê Cotmehê de rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve girtibûn û piştre êrişî her du taxan kirin. Di encamê de welatiyek şehîd û 60 jî birîndar bûn.
Duh piştî berxwedana gel, hikûmet neçar ma 3 rêyan veke, lê her 4 rêyên din hîna jî girtîne.
