hevseroka desteya parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan Elî şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî rojbûneke nû ji bo pêkhateyên herêmê bi nav kir û da xuyakirin ku vê şoreşê hişt ku her pêkhateyek xwe bi nasnameya xwe, xwe îfade bike.
Beyan Elî destnîşan kir ku şoreşa bi pêşengtiya jin hatî destpêkirin, bandora xwe li hemû jinê cîhanê û Rojhilata Navîn kir .
Beriya niha bi 12 salan, di roja 19’ê Tîrmehê de gelên azadîxwaz ên Sûriye bi pêşengtiya Kurdan zengilê şoreşeke nujen lê dan ku îro li herêmê bûye sîstemeke nû û serkeftî.
Ji ber şoreşa 19’ê Tîrmehê ku weke şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê hate nasîn, di nava demeke kin de veguherî şoreşa hemû gelên Sûrî.
tevahî pêkhateyên Herêmê bi baweriyên xwe yên cihêreng ve pênaseya xwe ya şênber di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de dîtin.
hevseroka desteya parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan Elî şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî rojbûneke nû ji bo pêkhateyên herêmê bi nav kir û da xuyakirin ku vê şoreşê hişt ku her pêkhateyek xwe bi nasnameya xwe, xwe îfade bike.Beyan Elî destnîşan kir ku şoreşa bi pêşengtiya jin hatî destpêkirin, bandora xwe li hemû jinê cîhanê û Rojhilata Navîn kir .ji destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, bi giştî dagirker û bi taybet dewleta Tirk a dagirker hewla vemirandina agirê vê şoreşê didin .
Li hember wê gelên herêmê bi berxwedaniyê xwe, xwe kirin mertal û destanên lehengiyê nivîsandin.
