çirûska şoreşa 19’ê tîrmehê ya ku ji keleha berxwedanê bajarê kobanê destpêkir, 13 salên tijî destkeftî û berxwedanî li du xwe dihêle.
Yek ji berhemên Şoreşa 19ê tîrmehê, ragihandina Rêveberiya Xweseriya demokratîk bû ku mafê jinê di hemû qadan de parast û jinê di hemû qadên leşkerî, rêxistinî, rêveberî, siyasî û hwk de cih girtin.
Rêvebera desteya jin ya kantona firatê macîda hesûn got, Şoreşa 19’ê tîrmehê azadî, wekhevî û edalet bi xwe re anî û îroj çavê hemû cîhanê li sîstema Rêveberiya Xweser e.
Endama PYD’ê ya bajarê Helebê Mewalîda Silêman jî da zanîn ku, bi berxwedan gel û têkoşîna jinan şoreşa rojava bi ser ket.
bi destpêkirina şoreşa19’ê Tîrmehê re destkeftiyên dîrokî hatin bidestxistin, dagirkeriya tirk bi hemû rê û rêbazan hewil da vê şoreşê têk bibe, lê bi berxwedana azadîxwazên herêmê ev şoreş bi serket.
