Komîteya Lêkolîna Rastiya sûcên Li Dijî Rojnamevanan bi boneya Roja Navneteweyî ya Bidawîkirina Bêcezabûnê ji bo Tawanên Li Dijî Rojnamevanan, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Komîteya ku ji Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û komek çalakvanên mafên mirovan pêk tê got, li Sûriyeyê 9 rojnamevan şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, ku xetereyên li ser rojnamevanan li Sûriyeyê zêde dibin.
Komîteyê diyar kir ku wan 7 dosya amade kirine ku dê ji saziyên navneteweyî yên bi mafên rojnamevanan re eleqedar re werin pêşkêş kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de banga rêzgirtina mafên rojnamevanan hate kirin.
