SIYASETMEDARÊN REQA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedarên bajarê Reqayê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê axivîn û diyar kirin ku dewleta tirk di êrîşên xwe de jêderên jiyanê yên xelkê herêmê dike hedef .
siyasetmedaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Dagirkeriya tirk rojane êrîşan li dijî heêrmên bakur û rojhilatê sûriyê pêk tîne .di êrîşên xwe de zarok ,jin , navedên xizmetê , mal û milkê sivîlan dike hedef.

Li hember êrişan nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

Siyasetmedarên Reqa êrîşên li dijî herêmê şermezarkirin û diyar kirin ku dewleta jêderên jiyanê yên xelkê herêmê dike hedef .

Her wiha siyasetmedaran destnîşan kirin ku divê civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe derkevin .

Di çarçoveya mafê parastina rawa de Hêzên Sûriya Demokratîk êrîşên bersivdayînî li dijî artêşa Tirk a dagirker û bargehên wê pêk tîne , heta niha jî bi dehan leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Share This Article