LI REQA ÇALAKIYEKE HUNERÎ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqa, bi hevkariya Komîteya Çand û Şûnwaran pêşangehek û şevbuhêrkek bi dirûşma “Em ê pirên aştiyê bimînin” li dar xist.
Bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqa, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jin û ciwanan û mêvan ji Reqayê tev li çalakiyê bûn.
Destpêkê bi beşdariya 10 wênesazan ji Reqayê pêşangeh dest pê kir.
Di pêşangehê de 60 tablo, 4 peyker hatin pêşandan. Mijarên berheman, jin, xweza û hin mijarên din bûn.
Di dawiya çalakiyê de, koma Mîrasa Reqayê stranên bi zimanên Erebî û Kurdî gotin.

Share This Article