Şaredariya Gel a Qamişlo bi daxuyaniyekê ragihand ku projeya Enterlokkirina kolanên li bazara mezin a Qamişloyê ber bi dawîbûnê ve diçe.
Daxuyanî bi beşdarbûna Hevserok û endamên Şaredariyê li kolana ku proje lê tê amedekirin, hat dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku projeya wan ber bi dawîbûnê ve diçe.
Her wiha Şaredariyê diyar kir ku lêçûna projeyê nêzî 22 hezar dolarên amerîkî ye.
Şaredariyê tekez kir ku ew ê berdewamiyê bidin projeyên xwe.
