ŞERVANÊ SERBESTBERDAYÎ BEHSA RÊWÎTIYA DÎLGIRTINA XWE DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Alan Hesen yek ji şervanê ku axa welatê xwe li dijî gefan diparast di 17’ê çileya 2026’an de li dêr hafirê li gel 100 hevalên xwe li ser destê hêzên Hikûmeta Demkî hatibû dîlgirtin.

Piştî 4 meh û 3 rojan ji bendewariyeke dirêj ya dîlgirtinê şervanê QSD’ê alan Hesen serbest hat berdan.

Alan dibêje Hikûmeta Demkî wan xapandiye û sozên xwe yên di peymana 29’ê Çileyê de bi cih neaniye.

Piştî 4 meh û 3 rojan ji bendewariyeke dirêj ya dîlgirtinê şervanê QSD’ê alan Hesen serbest hat berdan û ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi dahol û zirneyê û bi dîlanên gelêrî hat pêşwazîkirin.

Alan Hesen yek ji şervanê ku axa welatê xwe li dijî gefan diparast di 17’ê çileya 2026’an de li dêr hafirê li gel 100 hevalên xwe li ser destê hêzên Hikûmeta Demkî hatibû dîlgirtin.

Alan dibêje Hikûmeta Demkî wan xapandiye û sozên xwe yên di peymana 29’ê Çileyê de bi cih neaniye.

Her wiha tekez kir ku rastiya li ser erdê bi tevahî berevajî sozên ku hatibûn dayîn e.

Dayika Alan 4 mehan jê bê xeber bû lê hêviya xwe qut nekiribû, berî mehekê wê dengê alan bihîst bû û li ser deqan benda vegera kezeba xwe bû, piştî serbestberdana kurdê wê, dibêje ku kêfxweşiya wê nîvço maye, ji ber ku tevahî dîlgirtî nehatine berdan.

Xwişka alan jî soza xwe li gel malbatên esîran nû dike û dibêje heta şervanek di zindanê de hebe ew ê dakavin qadan û daxwaza serbestberdan wan bikin.

1034 dîl hatine serbest berdan lê ta niha çarenûsa bi sedan ji şervê QSD’ê ne diyar e, Cejna qurbanê li ber deriya ye û çavê malbatên dîlan li benda vegera zarokên wane.

Share This Article