Di sala nû ya xwendinê de rewşa 25 hezar xwendekar û 4 hezar û 265 karmend û mamosteyên ji Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hîna diyar nebûye. Her wiha siberoja materyalên zimanê Kurdî hîna zelal nebûye.
Tevî ku behsa entegrekirina saziyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser tên kirin, tevî tê gotin ku tu karmend wê ji kar neyê dûrxistin, lê hîna rewşa xwendekar û kadroyên perwerdeyên yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û herêma Efrînê nediyar e.
Di pêvajoya Rêveberiya Xweser de 3 ziman (Kurdî, Erebî û Suryanî) wekî zimanên sereke li dibistanan dihatin dayîn û her pêkhateyek bi zimanê xwe hîn dibû. Li Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Erşefiyê yên Helebê ku niştecihên wê Kurd in dibistan, peymangeh û zanîngehên bi zimanê Kurdî ders didan hatin vekirin.
Lê bi pêvajoya entegrasyonê de hîna rewşa kadroyên perwerdeyê li gotî daneyên fermî hejmara wan 4 hezar û 265 mamoste karmend e her wiha rewşa minhac û saziyan zelal nebûne.
Li her du taxên navborî 13 dibistan hebûn, 3 ji wan girêdayî Rêveberiya Xweser bûn û 10 jî yên hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de bûn. Derdora 25 hezar xwendekar ên hemû astan li van dibistanan dixwendin. Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif a amadekirina mamosteyan jî gelek mamoste ava kirin.
Beriya êrişên li ser her du taxan zêdetirî 400 mamoste ku piraniya wan girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bûn, li van dibistanan ders didan. Lê bi êrişên destpêka îsal û koçberiya şêniyan re, proseya perwerde jî sekinî.
Li herêma Efrînê jî beriya ku ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin yekem dibistan, peymangeh û zanîngeh ên ku bi zimanê Kurdî ders didan hatin vekirin.
Lê Bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re perwerde sekinî û saziyên perwerdeyê hatin talankirin û xirabkirin. Her wiha leşkerên Tirk û çeteyên wê hin ji wan kirin baregehên leşkerî.
Îro jî Bi nêzîkbûna destpêkirina sala nû ya xwendinê re pirsa gelo wê rewşa mamoste, xwendekar û minhacên bi zimanê Kurdî yê li Heleb û Efrînê çawa be derdikeve pêş. Ev mijar jî wekî dosyaya sereke ya dan û standinên di navbera hikumet û Rêveberiya Xweser de ye, lê hîna li benda çareseriyê ye.
