SIBE SALVEGERA 5’EMÎN A DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ YE

Rojava Tv
2 Min Read

Sibe salvegera 5’emîn a destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Di vê derbarê de koçberên Serêkaniya dagirkirî axivîn û gotin, çiqas jiyan li warê koçberiyê zehmet be jî, lê ew ê ji bo vegera li axa bav û kalên xwe her dem di nava têkoşînê de bin.

Sibe salvegera 5’emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Dagirkeriya tirk di êrîşên xwe yên dijminane de, tevahî cûreyên çekan li dijî welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî bi kar anî.

Piştî berxwedaneke bêhempa ya şervanan, dewleta Tirk û çeteyên wê her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û bi sedhezaran xelkên wê bi darê zorê hatin koçberkirin.

Hejmarek ji koçberên Serêkaniyê niha bi hêviya vegerê li kampên bajarê Hesekê li ber xwe didin.

Di vê derbarê de Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe yên bi êş vegotin û behsa azarên koçberiyê kirin.

Bi gotina Koçberên ji Serêkaniya dagirkirî çiqas jiyan li warê koçberiyê zehmet be jî, lê ew ê ji bo vegera li axa bav û kalên xwe her dem di nava têkoşînê de bin.

Di nava 5 salên dagirkeriyê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî demografya her du herêman diguherînin. Her wiha sûcên hovane pêk tînin.

Share This Article