ŞÊWEKAR HISÊN ELÎ BI HUNEREKE BALKÊŞ TABLOYÊN RÊBER APO XÊZ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şêwekarê bi navê Hisên Elî yê ji bajarê Qamişlo ev 40 sal in tabloyên Rêber Abdullah bi hunereke balkêş xêz dike.

Hisên Elî diyar dike ku, herçendî ew pêrgî zehmetî û astengiyan hatiye, lê hêza xwe ji Rêber APO girtiye û hemû astengiyên li pêşiya xwe ji nav birine.

Şêwekar Hisên Elî yê ji bajarê Qamişlo bi hunereke serincrakêş û cîyawaz tabloyên Rêber Abdullah Ocalan xêz dike.

Dema ku ew van tabloyên li ser daran nîgar dike, raman û felsefeya gerdûnî ya Rêber APO li bîra xwe tîne û bi kûrbînî dest bi nîgarkirinê dike.

Ev nêzîka 40 salan e Hisên Elî vî pîşeyê xwe didomîne û ta niha bi sedan tabloyên Rêber APO xêz kirine.

Şêwekar Hisên Elî dibêje, eşqa Rêber APO di dil û hinavên wî lê dide.

Hisên Elî diyar dike ku, herçendî ew pêrgî zehmetî û astengiyan hatiye, lê hêza xwe ji Rêber APO girtiye û hemû astengiyên li pêşiya xwe ji nav birine.

Felsefe û ramanên Rêber APO di Kurdistanê de tixûbdar nemaye, lê belê li çar hêlên cîhanê olan dide û ji bo azadiya Rêbertî pêngaveke cîhanî hatiye ragihandin.

Share This Article