ŞERVANÊN YPG’Ê DI DEMA FERMANA ŞENGALÊ DE KORÎDORA MIROVÎ AVA KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Di dema ku civaka Êzidî bi tenê ma û çarenivîsa wan radestî DAIŞ’ê hate kirin, şervanên YPG’ê bi hawara Şengalê ve çûn û korîdora mirovî ava kirin.

Bi rêya wê korîdorê bi dehhezaran kurdên Êzidî hatin rizgarkirin û derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Yek ji fermandarên QSD’ê Îsmet Şêx Hesen dibêje, avakirina korîdora mirovî piştrast kir ku Rojava û Şengal dê her dem li pişta hev bimînin.

Ev dîmenên berbanga xapînok yên komkujiya Şengalê ne. Şeveqa 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî wargeha resen a kurdewariyê Şengalê kirin.

Di dema fermanê de, pêşmerge ji Şengalê reviyan û çarenivîsa Êzidiyan radestî DAIŞ’ê kirin, lê wê demê gerîla ji çiyan daketin, her wiha şervanên YPG û YPJ’ê jî korîdora mirovî ava kirin û kurdên Êzidî derbasî Rojava kirin.

Ji fermandarên QSD’ê Îsmet Şêx Hesen me vedigerîne 10 salên berê û behsa vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de dike.

Piştî rizgarkirina Şengalê, vê carê Hikûmeta Iraqê û PDK’ê di navbera Rojava û Şengalê de dest bi lêkirina dîwar kirin. Îsmet Şêx Hesen piştrast dike ku, dîwar ti carî nikare gel ji hev qut bike.

Tevî ku 10 sal di ser fermana Şengalê re derbas dibin, lê hîna çarenivîsa bi hezaran Êzidiyan ne diyar e.

Şervanên QSD’ê û YPJ’ê ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî di nava bizaveke bêhempa de ne û herî dawiyê 2 jin û zarokeke Êzidî ji kampa Holê hatin rizgarkirin.

Share This Article