ŞÊNIYÊN TIRBESPIYÊ JI BÊHNA ŞEWATA GEMARÊ BÊZARIN

Rojava Tv
1 Min Read

heyama du mehan e, ku şêniyên Bajarê Tirbespiyê yê kantona Cezîrê, ji bêhna çopa ku li bakurê ‎bajêr nêzî geştiyariya Mizgeftê tê avêtin bêzarin..‎

pirê caran ji ber şewata ku di nava gemarê de çêdibe Bêhna gemarê û dûmana agir digihêje navenda bajêr û nereheriyekê li cem şêniyan çêdike.

Bijîşk û pisporê Ekolojiyê dibînin ku ev diyarde bandorê li hawirdorê dike û ‎tendurustiya şêniyan dixe metirsiyê.

şêniyên bajarê Tirbespiyê dibêjin ku ev diyarde dirêj kiriye û bandorê ‎bi awayekî neyinî li tenduristiya wan dike.

Ji aliyê xwe ve cîgerê hevserokatiya şaredariya Tirbespiyê Nesîm Mûrad da ‎xuyakirin ku wê di rojên bê de bi kampanyekê rabin ji bo ‎pirsgirêka gemarê bi dawî bikin.

beriya niha şaredariya bajarê Tirbespiyê bi hevkariya şêniyên bajêr û rêxistinên herêmî ji bo paqijkirina geştiyariya Mizgeftê bi gelek kampaniya rabûne.

Share This Article