şaredariyên gel ên herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi armanca sererastkirin û çêkirina rêyan, di nava xebatan de ne.
li kantona Reqayê, werşeyên Şaredariya Gel pirojeyên xwe yên xizmetguzariyê yên di asfaltkirina riyên sereke û yên navîn ên kantona Reqayê de didomînin.
li gorî serperştên Projeyê xebatên asfaltkirin û çêkirina rêyan li reqayê ji sedî 45 bi dawî bûye.
serpereştê pirojeya çêkirina rêyan, Ebd El Hemîd El Elês behsa xebatên pirojeyê dike.
Endamê Komîteya Çavdêriyê ya kantona Raeqayê Nîhad El Hesad jî da zanîn ku, dê xebatên wan yên xizmetguzariyê heta çêkirina hemû rêyan bidomin.
tevî şert û mercên zehmet û êrîşên dagirkeriya tirk yên li ser herêmê, Şaredariyên Gel yên herêma bakur û rojhilatê sûriyê, bi armanca başkirina xebatênxizmetê, karê xwe didomînin.
