tecrîda girankirî ya li dijî rêber apo, li cem gelê herêmê fikaran çêdike û dihêle ew ji her demê xurttir daxwaza azadiya Rêbertî bikin.
Têkildarî mijarê, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê tecrîd şermezar kirin û bang li aliyên pêwendîdar kirin ku vê polîtîkaya qirkirina sîstematîk bi dawî bikin
Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO di girtîgeha Îmraliyê de didomîne.
Li beramberî wê parêzer bi awayên cuda dixebitin da ku li ser rewşa Rêbertî ya tenduristiyê agahiyan werbigrin û hevdîtinê pêk bînin.
Derbarê mijarê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Mihemed Salih Abdullah ji Rojava TV re axivî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir.
Endama Komîteya Şopandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a heman bajarî Atiya Omer jî diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo azadî da jinê û ew ji astengiyan rizgar kir.
Bi awayekî rojane, gel helwesta xwe li dijî tecrîdê nîşan didin û bang li aliyên peywendîdar dikin ku li dijî polîtîkaya qirkirina sîstematîk a li ser Rêber Abdullah Ocalan bisekinin.
Lê heya niha aliyên ku bi navê mirovatî û mafên mirovan bang dikin, li hember tecrîdê ker û lal in.
