KOÇBERÊN EFRÎNÊ Û ŞÊNIYÊN ŞEHBAYÊ ŞERVANÊ HRE Ş.DIYAR EFRÎN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê cenazeyê şervanê HRE şehîd Diyar Efrîn li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Di merasîmê de Encumena Malbatên Şehîdan sersaxî da malbata şehîd û hemû şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê.

Her wiha tekezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina planên dagirkeriya Tirk hate dayîn.

Encumenê bang li gelê herêmê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û têkbirina şerê taybet ê li dijî gel rêya şehîdan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

Share This Article