ŞÊNIYÊN QAMIŞLOYÊ REXNE LI TEŞEYA DIRAVÊ NÛ Û DÎROKÊN GUHERTINA WÎ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read
Welatiyên Qamişlo berteka neynî li hember wêneyên ku li ser pereyê Sûriyeyê hatine çapkirin nîşan dan, û ew wekî biçûkxistinek ji mîrateya dîrokî û şaristaniya Sûriyeyê dîtin.
Her wiha wan rexne li dema kurt a guhertina pereyan kirin, ku ew hem ji bo guherînerên pereyan û hem jî ji bo welatiyan nebaş dîtin.
Piştî 57 salan û cara yekem ji diravên sûriyê du sifir jê tê rakirin û sembolên xwezayê yên mîna Gul,  pembû, genim û zeytûn, li şûna wêneyên Hafiz El-Esed û kurê wî Beşar tên çapkirin.
Lê belê, li şûna ku ev gav bi berfirehî were pejirandin, nerzûbûnek li cem welatiyan çêkir, ji aliyê dîzayinên ku li ser pereyan hatine kirin.
Welatiyên bajarê Qamişlo nerînên xwe ji Rojava TV re anîn ziman û diyar kirin ku ev dirav wan temsîl nakin, ji ber ku Sûriyê xwedî kevneşopî, dîrok û çandeke dewlemend e û divê pere jî temsîla wan tiştan bikira.
Her weha welatiyan diyar kirin ku pêvajoya guhertina pereyê kevin bi yên nû di heyama 90 rojan de têrê nake, ji ber wê pêwist e dem were dirêjkirin da ku hêsaniya guhertinê misoger bike.
Wêneyên li ser pereyên nû di nav derdorên aborî û civakî de rastî tinazên mezin hatin, û hin kes vê yekê bi nebûna ezmûna dîseynerên wê ve girêdidin, yên ku dîroka Sûriyê ji holê rakirin û li şûna wê wêneyên neguncav danîn.

Share This Article