Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan îro bi sedan şêniyên qamişlo daketin qadan . û banga azadiya fîzîkî ya rêber ocalan kirin .
Meş bi dirûşmeya “ ji Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, rêber Apo bi fîzîkî rizgar bikin” ji çerxereya sonî dest pêkir û li çerxereya şehîd nûbar qamişlo veguherî mitîngê.
Di mitîngê de hevseroka encumena kantona qamişlo perwîn yûsif axivî û got hêzên komploger wê nikaribin fikir û felsefeya rêber ocalan a azad di nav çar dîwaran de bigrin.
hevserokê encumena cîbicîkar a rêveberiya xweser a herêma cizîrê telet yûnis jî axivî û tekez kir ku rêveberiya xweser yek ji berhemên fikir û felsefeya rêber ocalan e .
Meş bi siloganên bê serok jiyan nabe bi dawî bû .
