KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYAYÊ YA DÊRAZORÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê, li hola Meclîsa Rêveber civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de şêwirmenda Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya, hevserokên Meclisa Rêveber, endamên Desteya Tenduristiyê, jinên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, rêxistinên civaka sivîl, Desteya Jin û Perwerdeyê, rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komîte û meclîsên bajaran amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Civîn bi xwendina rêzikname û rapora salane ya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir, piştre rewşa siyasî ya herêmê û hewldanên hin aliyan ji bo têkbirina ewlehî û aramiya Dêrazorê hatin şîrovekirin.

Her wiha beşdaran li ser rola jinan di pêşketina civaka sivîl û çanda jinê de nîqaş kirin.

Share This Article