ŞÊNIYÊN KOBANÊ JI BO PIŞTGIRIYA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dûrşmeya “Ji Tişrînê Heya Heleb Her Der Şer e, Her Der Berxwedan e”Şêniyên Kobanê ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî li darxistin.

Di meşê de bi sedan ji şêniyan û koçberên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn.

Meş ji qada şehîd Egîd di nav siloganên bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpêkir û li li qada Jina Azad meş veguherî mîtingê.

Di meşê de ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Firyal Mistefa daxuyaniyek hat dayîn û êrîşên ku dûrî pîvanên mirovî ne şermezar kir û berxwedana gel pîroz kir.

Share This Article