Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye mihrîcana 6’emîn a Osman Sebrî li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Îro roja sêyemîn û dawî ya mihrîcanê ye û dê navên kesên ku di pêşbirkê de di warê romanan de bi ser ketine, werin ragihandin.
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye festîvala 6’mîn a Osman Sebrî orgenîz kir.
Di mihrîcanê de Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rewşenbîr, wêjevan û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl amade bûn.
Di roja duyemîn a festîval de şevbuhêrkek bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin, Paşê nivîskar Dilawer Zengî semînerek li ser rola Osman Sebrî di pêşxistina wêjeya Kurdî de da.
Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen diyar kir ku di roja duyem a mihrîcanê de semîner li xebatên Osman Sebrî hate dayîn.
Nivîskar Ebas Ismaîl jî xebata Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye pîroz kir.
Mihrîcana Osman Sebrî dê îroj bi dawî bibe, dê mûzîk û sînevzyon werin pêşandan, her wiha dê navên kesên ku di pêşbirka Mihrîcanê de di warê romanan de bi ser ketine, werin ragihandin.
