ji şahidên berxwedana Bendava Tişrînê ku bi gotina xwe ” em ji mirinê mezintirin” welatiya bi navê Edlê Bekir berxwedana bendava Tişrînê vegot.
Edlê Bekir da xuyakirin ku karwanên bi deh hezaran yên ku berê xwe didan bendava Tişrînê bi armanca parastina ax û ava xwe bû.
Di 8’ê Kanûnê de, dema ku gelê Sûriyeyê hilweşîna rejîma Baas pîroz dikir, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, dron, tank û wesayîtên zirxî êrişî bajarê Minbicê û derdora Pira Qerequzak û Bendava Tişrînê kir.
Gelê heremê jî ji bo parastina ax û ava xwe û ji bo piştgiriya şervanan bi karwanên deh hezaran ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan Bendava Tişrînê.
yek ji şahidên berxwedana Bendava Tişrînê ku bi gotina xwe ” em ji mirinê mezintirin” muhra xwe li berxwedana bendavê xist Edlê Bekir destnîşan kir ku wan soz dabû ku dê berxwedana bendavê bi ser bikeve.
Edlê Bekir da xuyakirin ku karwanên bi deh hezaran yên ku berê xwe didan bendava Tişrînê bi ermanca parastina ax û ava xwe bû.
Di 118 rojên berxwedanê de, bi deh hezaran kes ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, di nav wan de 8 kom ji kantona Firatê, 7 kom ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê, û 13 kom ji kanton Cizîrê hebûn.
