ŞÊNIYÊN KOBANÊ BI MEŞEKÊ PERGALA ÊŞKENCEYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

bi sedan şêniyên Kantona Firatê îro bi armanca şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO daketin qadan.

Meş bi durişma ” JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ û bi beşdarbûna bi sedan endamên Rêveberiya Xweser , saziyên sivîl, malbatên şehîdan û xwendekarên zanîngeha Kobanê li qada Jina Azad dest pê kir.

Di meşê de dirûmên “bijî berxwedana îmraliyê” bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mêtîngê. û tê de li ser navê Partiya yeketiya demokratîk PYD axaftin hat kirin.

Di axaftinan de berxwedana Rêber Apo ya li Îmralê hat silavkirin û tekezî bi bilindkirina têkoşnê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Share This Article