bi boneya 25’ê mijdarê li seranserî herêmê meşên girseyî hatin lidarxistin û têde teqezî bi berdewamiya têkoşîna li hember tundiya li ser jinan hate kirin.
Li seranserî herêmê, bi boneya 25’ê mijdarê welatî daketin qadan û bi meşên girseyî tundî şermezar kirin.
Bi Hezaran Xelkên bajarê Qamişlo ji pêşiya Çerxerêya Osman Sebrî meşiyan û durişmên jin jiyan azadî berzkirin.
Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî Mîtingê û li ser navê Kongra Star axaftin hate kirin û hate gotin ji bo avakirina civakeke wekhev dê xebateke berfireh were meşandin.
Her wiha xelkên Herêma Firatê jî li qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê meşek li dar xistin û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.
Di mîtîngê de soza bilindkirina têkoşînê heta dawî anîna li tundiyê hate dayin. Her wiha şanoyek jî derbarê 25’ê mijarê de hate pêşkêşkirin
Xelkên Reqa jî bi pêşengiya Kombûna jinên zenûbiya daketin qadan.
Meşa Reqayê ji ber nexweşxaneya zarokan dest pê kir û qada jina azad veguherî mitîngê.
Di mitîngê de Hevseroka Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid axivî û got, jinên herêmê ji bo rakirina tundiyê têdikoşin.
Çalakiyên ji bo 25’ê mijdarê yên li herêmê ji 5’ê mehê ve destpêkirin û dê heta 10’ê kanûnê dewam bikin.
