ŞÊNIYÊN KANTONA FIRATÊ BI MEŞEKÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Firatê meşeke girseyî li bajarê Sirînê li dar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin.
Bi hezaran şêniyên kantonê, berpirs û serkirdeyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan tevlî meşê bûn.
Meşê bi rakirina wêneyên şehîdan û berzkirina dirûşmeyên berxwedan jiyan e, ji têketina Sirînê dest pê kir û li çerxerêya şehîdan veguherî mitîngê.
Li wir axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bi tundî hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku rêgiriyê li pêş êrîşên Tirkiyê bikin.

Share This Article