Bi Boneya 47’emîn salvegera damezirandina PKK’ê ku wekî roja berxwedana netewî tê nasîn, Şêniyên kantona Firatê bi Şahiyeke girseyî ev roj pîrozkirin.
Li kantona Firatê Bi dehhezaran şênî 27’ê Mijdarê Salvegera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a bajarê Kobanê pîroz kirin.
Di Şahiyê de berdevka rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir û diyar kir ku damezrandina PKK’ê ji bo gelên bindest, bi taybetî gelê Kurd vejînek bû.
Hevserokê Desteya Gazî û Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto jî destnîşan kir ku PKK`ê gelên di tarîtiyê de bûn, ber bi ronahiyê ve birin.
Piştî axaftinan komên stranan ên girêdayî Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn û hunermendên ji pêkhateyên Ereb, her wiha Şerîfo Omerî bi stranên xwe gel bi coş kirin. Li ber stranan jî dîlan hatin gerandin.
