Salek tijî di ser hilweşîna rejîma Esed li Sûriyê û gihêştina Hikûmeta Veguhêz ser desthilatê re derbas bû.
Hevserokatî û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) heyama borî nirxandin û kiryarên Hikûmeta Veguhêz yên ji bo hilweşandina civaka Sûriyeyê şermezar kirin.
Saleke di ser hilweşîna Rêjîma Baas’ê û hatina Hikumeta Vguhêz li ser desthilata Sûriyê re derbas dibe.
Her çend li ba hin aliyan salek tijî kêfxweşî û hêvî bû, di heman demê de li hin aliyan salek tijî kuştin û kaosa ewlehiyê bû.
Der barê vê salvgerê de, Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif nirxanidin kir.
Perwîn Yûsif diyar kir ku gelê Sûriyê bi hêvî bû ku piştî hilweşîna rejîma Baas ê ew ê bi aramî bijî, lê rewşa ku rûdaye bi temamî berovajî wê bû
Berpirsê têkliyên PYD’ê Silêman Ereb jî da xuyakirin ku pêwîst e sîstema nenavendî li Sûriyê were birêxistinkirin û destûrek li gor daxwaza hemû Sûriyan were nivîsandin.
Yek ji faktorên sereke yên ku beşdarî hilweşîna rejîma Baas bûn, pabendbûna wê bi ramana desthilatdariya navendî û paşguhkirina daxwazên gel bû.
Ji ber vê yekê, analîst bawer dikin ku têkçûna hikûmeta demkî di bicihanîna daxwazên nenavendîkirinê de û têkçûna wê di nivîsandina destûrek ku ji bo hemî pêkhateyên welêt guncav be, dibe ku ew bi heman çarenûsê re rû bi rû bimîne.
