Şênî û ciwanên li Qamişlo jî bi daxuyaniyekê êrişên çekdarên hikumeta veguhêz li dijî taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana her dû taxan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên bi çekên giran li dijî her dû taxan pêk hatin ewlehiya herêmê têk dibe.
Her wiha hate gotin ku ew amadebûyîna xwe ji bo derketina li hemberî van êrişên radighînin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.
