Şêniyên Herêma Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 5 şehîdên sivîl û şervanekî Encumena Leşkerî ya Minbicê yên ku di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bibûn, oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya bi hezaran welatiyan, li goristana Şehîd Dijla ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin, dewleta Tirk bi hedefgirtina sivîlan dixwaze, aramiya herêmê têk bibe.
Her wiha hate tekezkirin ku dê asta têkoşînê were bilindkirin û tola şehîdan hilînin.
Piştî axaftinan cenazeyên şehîd Huzeyfe Heso û Gulo Şêx Elî li goristana şehîd Dijla a Kobanê û cenazeyên şehîd Ebû Ebûd , Ebdulrehîm Hacî , Ebdulrehîm Nehsan û Îsmaîl Xelîl li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hatin oxirkirin.
ŞÊNIYÊN HERÊMA FIRATÊ CENAZEYÊN 6 ŞEHÎDÊN ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ OXIR KIRIN
